• Sunday, 22 February 2026
logo

DAIŞê jinek li gel çar zarokên wê şewitand!

Gulan Media January 14, 2017 Nûçe
DAIŞê jinek li gel çar zarokên wê şewitand!
Çekdarên rêxistina tund a DAIŞê tewanekî dil êş li hember jinek û çar zarokên wê yên xelkê başûrê rojavayê Kerkûkê pêkanîn.

Li gor zanyariyên bidest ketin, ew jin bi çar zarokên xwe ve xwastiye ji navçeyên bin desthilatiya DAIŞê li bajarokê Hewîcê ve bireve û xwe bigehîne hêzên Iraqê, lê di navbera bajarokê Riyaz û çiyayê Hemrîn de hate girtin.

Hat zanîn çekdarên DAIŞê li pêş hejmarek zêde yê hemwelatiyan, roja înê 13.01.2017ê ew jin û çar zarokên wê yên sê keç û kureke neh mehî şewitandin.

Çekdarên DAIŞê wê jinê û çar zarokên wê bi hev re girêdane û nefta reş li ser wan de kirine û şewitandine. Piştre jî ji xelkê re ragehandine, ew cezayê wan kesane ye, ku ji navçeyên bin desthilatiya DAIŞê birevin.

basnews
Top