Erdogan: Ew azadiya ku li Tirkiyê heye li gelek welatên Ewropayê de nîne
Erdogan li gotara xwe ya Enqerê ji bo moxtaran li ser sîstema serokatiyê li Tirkiyê amaje bi vê yekê kir ku zû ango direng pêwîste ku sîstema serokatiyê bikeve ber destê welatiyan ji bo deng danê.
Herwaha behsa vê yekê jî kir ku CHPe rast nabêje eger bêjên ku ev sîsteme ji bo kesekê hatiye nivîsîn ji ber ku dîrok ji bo me dibêje ku CHPê welat xistiye destê kesekê de.
Erdogan got ku:"Ez naxwazim zêde li ser dema borî qise bikim lê belê eger CHPe rêzê li îradeya gel digire bila netirse û sîstema serokatiyê bêxe refrandomê û bêxe ber destê miletî, neku li nav parlemanê de êrîşî bikete ser parlementeran û reftarên nebiçih bikin.”
Di beşek din de got ku me kengê rê li ber nivîskar û rojnamevanan girtiye ku rexnê li me negirin, ev azadiya ku li Tirkiyê heye li gelek şûnên Ewropayê de nîne, di wî welatî de herkes bi dilê xwe cilan berdike û dinivîse û rexneyan digire.
Basnews
