Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim bikaribin bêjin Amerîka jî dostê meye
Mesrûr Barzanî herwiha got: Em bo parastin û berevanî kirin ji wan pîwer û nirxên ku xelkê Amerîkayê rêz ji wan re digre qurbanî daye.
Derbarê hizr û ramanên Kurdistanê ên li dor azadî û demokrasî jî Mesrûr Barzanî anî ziman ku baweriya me bi azadî, demokrasî û rêz girtin ji mafên mirov, azadiya olî û bihevre jiyanê heye jiber vê çendê gelek girînge ku Amerîka piştgîriya Kurdistanê bike.
Derbarê dostatiya gelê Kurd û xweziyên xelkê Kurdistanê jî Amerîkayê Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê got: Gotineke kevnar heye ku dibêje ji bilî çiyayan ti dotekî Kurd tuneye, hêvî dikim ji niha û pêde em bikaribin bêjin ku ji bilî çiyayan Amerîka jî dostê meye.
Bernameya çîrokên şer bernameyeke navdar a kanala Foxnewse û Kolonel Oliver amade û pêşkêş dike û nav hatî jî şîrovekarekî karûbarên siyasî û leşkerî yê navdar ê Amerîkayê ye. Ew bernameya han yaku 16 sale tê pêşkêşkirin di bernameya xwe ya dawî de behsa şerê Mûsil û şerê hêzên pêşmerge li dijî DIŞI û rola Kurdistanê li deverê de dike.
