• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim bikaribin bêjin Amerîka jî dostê meye

Gulan Media January 13, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim bikaribin bêjin Amerîka jî dostê meye
Mesrûr Barzanî beşdariya bernameya çîrokên şer a kanala Fox news a Amerîkayî kir. Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema beşdarî kirin di bernameya çîrokên şer a kanala Foxnews ya Amerîkayî de bersifa çend pirsên pêşkeşkarê bernameyê derbarê peyama Kurd bo îdareya nû ya Amerîkayê da û got: Em daxwaz ji îdareya nû ya Amerîkayê dikin daku qurbanîdana Kurd li ber çav bigre jiber ku me ji bo tevahiya cîhanê qurbanî daye û xwîna xwe rijandiye.
Mesrûr Barzanî herwiha got: Em bo parastin û berevanî kirin ji wan pîwer û nirxên ku xelkê Amerîkayê rêz ji wan re digre qurbanî daye.
Derbarê hizr û ramanên Kurdistanê ên li dor azadî û demokrasî jî Mesrûr Barzanî anî ziman ku baweriya me bi azadî, demokrasî û rêz girtin ji mafên mirov, azadiya olî û bihevre jiyanê heye jiber vê çendê gelek girînge ku Amerîka piştgîriya Kurdistanê bike.
Derbarê dostatiya gelê Kurd û xweziyên xelkê Kurdistanê jî Amerîkayê Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê got: Gotineke kevnar heye ku dibêje ji bilî çiyayan ti dotekî Kurd tuneye, hêvî dikim ji niha û pêde em bikaribin bêjin ku ji bilî çiyayan Amerîka jî dostê meye.
Bernameya çîrokên şer bernameyeke navdar a kanala Foxnewse û Kolonel Oliver amade û pêşkêş dike û nav hatî jî şîrovekarekî karûbarên siyasî û leşkerî yê navdar ê Amerîkayê ye. Ew bernameya han yaku 16 sale tê pêşkêşkirin di bernameya xwe ya dawî de behsa şerê Mûsil û şerê hêzên pêşmerge li dijî DIŞI û rola Kurdistanê li deverê de dike.

Top