• Sunday, 22 February 2026
logo

Encumena Wezîran yekem civîna sala nû saz kir

Gulan Media January 13, 2017 Nûçe
Encumena Wezîran yekem civîna sala nû saz kir
Roja Pêncşem 12-1-2017 yekem civîna Encumena Wezîran di sala nû de bi serokariya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr û berhev bûna endamên kabîneyê rêveçû.

Serokwezîr bi hilkefta sala nû pîrozbahiya endamên kabîneyê kir û bi navê Encumena Wezîran sersaxî ji Komara Îslamiya Îranê û Malbata Haşimî Refsencanî kir ji bo wexera dawîiya wî.

Her wiha amaje bi dijwar bûna sala 2016 kir û ji ber vê yekê spasiya Pêşmerge û malbatên şehîdan û karmendan û Gelê Kurdistanê kir ku di vê rewşa dijwar de ber xwe dan.

Li dîv re, Amanc Rehîm Sekreterê Encumena Wezîran encama civîna Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û firaksiyonên kurdî li Parlemantoya Îraqê xiste ber çav.

Raber Sidîq Birîkarê Wezareta Darayî bi wekalet, raporek derbarê dahata sala 2016 ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û got ji bo sala 2017 jî pirojeyekê ji bo dahat û xerciyan berhev dikin.

Wezêrê Tendirustî Rêkewt Heme Reşîd raporek derbarê sektora derman û amêrên nûjdariyê li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û pirsgirêk û asteng û gavên hikûmetê ji bo vê pirsê xiste berçav û hinek pêşniyaz jî ji bo baştir dabîn kirina dermanan bi nirxekê baş pêşkêş kir. Her wiha raporek jî derbarê dahat û xerciyên sektota tendirustî û reforman pêşkêş kir.

Li dawiyê jî, Mehmûd Hacî Salih Wezîrê karê Şehîdan û Enfalkiriyan raporek derbarê çalakiyên Komîteya Cinosaiyd Nasandina Tawanên Rêkxistina Terotîstiya DAIŞê pêşkêş kir ku li hember xuşk û birayên Êzîdî û pêkhatiyên din yên netewî û olî encam daye.

Top