• Sunday, 22 February 2026
logo

Cezayê heta hetayê ji Yuksekdag re hat xwestin

Gulan Media January 13, 2017 Nûçe
Cezayê heta hetayê ji Yuksekdag re hat xwestin
Serdozgerê Komarê yê Wanê derbarê Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag de daxwazaya cezayê het hetayê kir.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, lêpirsîna derbarê axaftinên Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag yên di 11ê Nîsana 2015, 30ê Berçile 2015 û 5ê Adara 2016 e temam kir. Di îdîanameya ku ji aliyê Duyemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat pejirandin de, hat diyarkirin ku ji ber naveroka axaftinan giliyên ji Serdozgeriya Komarê ya Yalovayê re hatine kirin lêpirsîn hatiye vekirin.

Di îdîanameyê de derbarê Yuksekdag de ji ber sûcên "Yeketiya dewlet û hevgirtina civakê têk biriye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" ligel cezayê heta hetayê, 7 sal û 5 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.

K24
Top