Avahiya Parêzgariyê û pira duyemîn a bajêr hate kontrolkirin!
Duyemîn qonaxa operasyona Mûsilê berdewam dike. Artêşa Iraqê her roj gaveke din pêşve diçe.
Îro danê sibê (13-01-2017) Fermandarê Operasyonên Em hatin Ey Nînowa Ebdulemîr Yarûllah ragihand; “Hêzên me karîne komalgeha fermangehên hikûmî, avahiya parêzgarî û avahiya Civata Parêzgeha Mûsilê kontrol bikin.”
Yarûllah herwiha diyar kir, “Hêzên iraqî herwiha taxa Sediriye û pira duyemîn a navenda bajêr jî ji destê DAIŞê derxist.”
Di 17ê Cotmeha 2016ê de operasyona Mûsilê dest pê kir. Di qonaxa yekemîn de Artêşa Iraqê 40 tax^’en rojhilatê bajêr kontrol kiribû.
Qonaxa duyemîn a operasyonê jî 29ê Kanûnê dest pê kir û heta niha zêdetirî 20 taxan ji destê DAIŞê hatiye derxistin û 3 pirên sereke yên nav bajêr jî ketine bin kontrola artêşê.
Rudaw
