• Sunday, 22 February 2026
logo

Avahiya Parêzgariyê û pira duyemîn a bajêr hate kontrolkirin!

Gulan Media January 13, 2017 Nûçe
Avahiya Parêzgariyê û pira duyemîn a bajêr hate kontrolkirin!
Hêzên Dije Terora Iraqê di navenda bajarê Mûsilê de pira duyemîn û avahiyên hikûmî û herwiha taxa Sediriyeyê kontrol kir.

Duyemîn qonaxa operasyona Mûsilê berdewam dike. Artêşa Iraqê her roj gaveke din pêşve diçe.

Îro danê sibê (13-01-2017) Fermandarê Operasyonên Em hatin Ey Nînowa Ebdulemîr Yarûllah ragihand; “Hêzên me karîne komalgeha fermangehên hikûmî, avahiya parêzgarî û avahiya Civata Parêzgeha Mûsilê kontrol bikin.”

Yarûllah herwiha diyar kir, “Hêzên iraqî herwiha taxa Sediriye û pira duyemîn a navenda bajêr jî ji destê DAIŞê derxist.”

Di 17ê Cotmeha 2016ê de operasyona Mûsilê dest pê kir. Di qonaxa yekemîn de Artêşa Iraqê 40 tax^’en rojhilatê bajêr kontrol kiribû.

Qonaxa duyemîn a operasyonê jî 29ê Kanûnê dest pê kir û heta niha zêdetirî 20 taxan ji destê DAIŞê hatiye derxistin û 3 pirên sereke yên nav bajêr jî ketine bin kontrola artêşê.

Rudaw
Top