Bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî ofîsa konsulxaneya Japonê li Hewlêrê hat vekirin
Di merasimê de ku, êvariya roja çarşemê 11.01.2017ê li bajarê Hewlêrê birêve çû û Kantaro Sonoura wezîrê dewleta Iaponê bo karûbarên derve amade bû, serokwezîr biryara japonê a vekirina ofîsa konsulxaneya xwe li Hewlêrê bilind nirxan û piştevaniya hikûmet û saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xebat û çalakiyên wê ofîsê nîşan da.
Barzanî hêvê kir ku, vekirina ofîsa konsulxaneya Japonê li Hewlêrê bibe hokarê zêdetir pêşkeftina têkeliyên navbera Kurdistan û Japonê di hemû waran de bi awayekî ku di berjewendiya her du gelên kurd û japonî de be.
Felah Mistefa berpirsên têkeliyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, di merasimê de, peyva hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkeş kir û tê de îşaret bi wê yekê kir ku vekirina ofîsa konsulxaneya Japonê li Hewlêrê destpêka qonaxeke nû ya têkeliyên navbera Japon û Herêma Kurdistanê ye, herwesa got ku, vekirina wê ofîsê wê yekê nîşan dide ku civaka navdewletî bawerî bi emin û ewlehiya Herêma Kurdistanê heye.
- Îro destpêka qonaxeke nû û hildana rûpelk din e ji têkeliyên me yên dualî. Em biryara vekirina ofîsa nûneratiya hikûmeta Japonê li Herêma Kurdistanê bilind dinirxîn in û ev yek di warê baştirkirina têkeliyên me yên dualî li ser rêya binyatdanana stratejiyeke hevbeş a domdirêj pêngaveke erênî û rast bû.
Mistefa got ku her ji sala 2003ê were hikûmeta Japonê bi rêya sazya CAYKA û saziyên din, bi berfirehî beşdarî di xebatên avadankirin, çespandina ewlehiyê û biyatdanan sazîyan û geşepêdana Îraq û Kurdistanê de kiriye.
- Piştî diyarbûna grûpa terorîstiya DAÎŞ li Îraqê, welatê Japonê yek ji wan welatan bû ku roleke sereke di kêmkirina êş û azarên penaberên surî û koçberên navxweyî yên Îraqê yên li herêma Kurdistanê lîst. Ew qerzên Japon bi Îraqê dide ji bo Herêma Kurdistanê jî di sektorên elektirîk û avê de mifa hebûye.
- Di nava sê salên borî de Herêma Kurdistanê di şerê cîhaniyê dijî terorê de serê rime bûye. Bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî ku, Amerîka serokatiya wê dike, em rûbirûyê rêxistina terorîstiya DAÎŞ bûn û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê karîn rêxistina terorîstiya DAÎŞ têkbişkênin û efsaneya wê jinav bibin, lê mixabin, di vê rûbirûbûnê de, ji bona bergirîkirin ji mirovatiyê û pirensîpên mirovatiyê li cîhanê, Herêma Kurdistanê 1669 şehîd dan.
- Tevî wan tehedayên di nava van sê salan de rastê herêma Kurdistanê hatine, hêzên asayşê û pêşmerge karîn aramî û emniyeta hevwelatiyên Kurdistanê biparêzin. Bê guman, vekirina vê ofîsê di vê rewşa dijwar de nîşana baweriya civaka navdewletî bi Herêma Kurdistanê ye.
