Ebadî: Heta Tirkiye hêzên xwe li Başîkê venekêşine peywendiyên me yek bihost jî ber bi pêşve naçin
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî di civîneke çapemendî de ragehand ku:” Me ji bo Serokwezîrê Tirkiyê, Binali Yildirim gotiye ku heger hêzên xwe li Başîkê venekêşin peywendiyên me yek bihost jî ber bi pêşve naçin.”
Di destpêka vê heftiyê de Serokowezîrê Tirkiyê bi serdaneke fermî serdana Iraqê kiribû.
Di serdanê de li navber her du aliya de rêkeftin hatiye îmzakirin û Iraqê li rêkeftinê de daxwaz kiriye ku Tikiye hêzên xwe li Başîkê vekêşe lê belê heta niha aliyê Tirkiyê bi fermî dema vekêşana hêzên xwe li Iraqê de diyar nekiriye.
Basnews
