• Sunday, 22 February 2026
logo

TAKê êrişa Îzmirê li xwe girt

Gulan Media January 11, 2017 Nûçe
TAKê êrişa Îzmirê li xwe girt
Navenda Nûçeyan – Tayrênazên Azadiya Kurdistanê (TAK) êrişa li Îzmîrê li xwe girt û ragihand ew êriş ji aliyê “Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar” ve hatiye lidarxistin.

Li pêşiya avahiya Dadgehê li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê 5ê Çileyê îsal teqînek çê bû û di teqînê de li gorî daxuyaniya Parêzgarê Izmîrê, polîsek û karmendekî dadgehê hatibûn kuştin.

TAKê li ser bûyerê daxuyanî da û êriş li xwe girt.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çalakiya bi lehengî ya li ber Dadgeha Îzmîrê, ku di 5ê Çileya 2017an de hat lidarxistin, em weke Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê li xwe digirin. Çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar hatiye pêkanîn.”

TAKê diyar kir ku di encama pevçûnên piştî teqînê de 2 endamên wan cane xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku endamên TAKê Mustafa Çoban yê bi kod navê Zerdeşt Rustem Erdal û Enes Yildirim ê bi kod navê Pîrdogan Ararat tê nasîn jiyana xwe ji dest dabûn.

Rudaw
Top