TAKê êrişa Îzmirê li xwe girt
Li pêşiya avahiya Dadgehê li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê 5ê Çileyê îsal teqînek çê bû û di teqînê de li gorî daxuyaniya Parêzgarê Izmîrê, polîsek û karmendekî dadgehê hatibûn kuştin.
TAKê li ser bûyerê daxuyanî da û êriş li xwe girt.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çalakiya bi lehengî ya li ber Dadgeha Îzmîrê, ku di 5ê Çileya 2017an de hat lidarxistin, em weke Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê li xwe digirin. Çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar hatiye pêkanîn.”
TAKê diyar kir ku di encama pevçûnên piştî teqînê de 2 endamên wan cane xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku endamên TAKê Mustafa Çoban yê bi kod navê Zerdeşt Rustem Erdal û Enes Yildirim ê bi kod navê Pîrdogan Ararat tê nasîn jiyana xwe ji dest dabûn.
Rudaw
