• Sunday, 22 February 2026
logo

Par li Îranê rojane herî kêm 9 kurd hatine îdamkirin!

Gulan Media January 11, 2017 Nûçe
Par li Îranê rojane herî kêm 9 kurd hatine îdamkirin!
Hat zanîn ku par li Îranê 109 kurd ji ber sûcên cur bi cur hatine îdamkirin û herî zêde jî li Ormiyê kurd hatine îdamkirin.

Li gorî amar û agahiyên dezgeh û saziyên mafên mirov, di heyama sala borî ya mîladî de li Îranê 109 girtiyên kurd di girtîgehên Îranê de hatine îdamkirin.


Li gorî raportên dezgehên mafên mirov, herî zêde jî li eyaleta Ormiyê kurd hatine îdamkirin. Bi giştî li Ormiyê 64 kurd û herî zêde jî ji ber madeyên hişber hatine îdamkirin. Li dû Ormiyê, Sine tê ku 31 kurd li wir hatine îdamkirin.

5 kes ji wan kurdên ku hatine îdamkirin, li ber çavên xelkê hatine îdamkirin, yên din jî di girtîgehan de hatine îdamkirin.


Li gorî amarên han, par rojane herî kêm 9 kurd ji aliyê Îranê ve hatine îdamkirin.

Basnews
Top