• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka: Divê PYD tevlî mizakereyan bibe

Gulan Media January 11, 2017 Nûçe
Amerîka: Divê PYD tevlî mizakereyan bibe
Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner got, divê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser maseyê mizakereyan çareserkirina kirîza Sûriyê hebe.


Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner li Washingtonê di civîna çapemenî ya rojane de pirsên derbarê rojevê de bersivandin.

Mark Toner diyar kir ku Amerîkayê hê jî di wê baweriyê de ye ku di pêvajoya pêkanîna aştiya li Sûriyê de tenê hewldanên Neteweyên Yekbûyî pêşengiyê dike dikare bibe çareserî û got, aliyên tevlî hevdîtinan bibe girêdayî komên pêşengiyê dike û gelê Sûriyê ye.

Toner anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hêzên herî bibandor a li dijî DAIŞê şer dikin hêzên kurdî ne û divê PYD tevlî mizakereyan çareserkirina kirîza Sûriyê bibe.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê wiha got: “Bandorê PYDê di şerê li dijî DAIŞê de heye. Divê nêrînên PYDê jî di mizakereyên çareserkirina kirîza Sûriyê de bêne nirxandin. Bi me pêwîst e ew jî bibin beşeke pêvajoya çareserkirnê.”

Mark Toner herwiha destnîşan kir ku welatî ji welatên “Koma Dostên Sûriyê” ku Tirkiyê jî di nav de ye, gotiye divê PYD di pêvajoya çarserkirina kirîzê de li ser maseyê gotubêjan hebe.

Rudaw
Top