• Sunday, 22 February 2026
logo

Kosret Resul peyameka grîng arasteyî her pênc alîyan kir

Gulan Media January 11, 2017 Nûçe
Kosret Resul peyameka grîng arasteyî her pênc alîyan kir
Kosret Resûl Elî cîgirê yekê yê sekretêrê giştî yê Yekîtîya Nîştîmanîya Kurdistanê daxwaz ji her pênc alîyên serekî kir kom bibin.

Kosret Resûl di ragehandinekê da dîyar kir, niha îdareya herêma Kurdistanê û peywendîyên alîyên sîyasî di wî astî da nînin ku kodengîyê drust biken, di gel vê yekê jî eger hene guhrînên neçaverêkirî bi ser herêma Kurdistanê da bên.

Cîgirê yekê yê sekretêrê giştî yê Yekîtîyê got jî; erkeke li ser hemû alîyan bi gîyanekê berpirsîyarane xwe bo qonaxa dahatî bi gîyanê lêborinê berhev biken bo wê yekê gotareka hevpişk bo her rûbrûbûn û egerekê metirsîdar bê pêş hebe.

Kosret Resûl çend pêşnîyar arasteyî alîyên sîyasî kirine û bi taybet her pênc alîyên serekî, kom bibin bo wê yekê kêşeyan çareser biken, bi taybet jî li ser pirsên serokatîya herêmê û perleman û hikûmetê û herwesa pirsa mûçe û jîyana welatîyan.

War.tv
Top