• Sunday, 22 February 2026
logo

Efxansitan - Li ber avahiya parlamentoyê teqîn: 24 kuştî, 70 birîndar

Gulan Media January 10, 2017 Nûçe
Efxansitan - Li ber avahiya parlamentoyê teqîn: 24 kuştî, 70 birîndar
Di encama 2 teqînan de, li nêzîkî Parlamentoya Efxansitanê li Kabulê, herî kêm 24 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.

Îro sêşemî 10ê Çileya 2017ê, li nêzîkî avahiya Parlamentoya Efxansitanê 2 teqînên bihêz çê bûn.

Berpirsekî ewlehiyê yê Efxansitanê ji AFP re ragihandiye, ku piraniya kesên di teqînan de hatine kuştin, sivîl in û û gelek ji wan karmendên parlamentoyê ne.

Asociated Pressê jî ragihand, teqîna yekem ji aliyê kesekî xwekuj ve hat encamdan û demek kurt piştî teqîna yekem, otomobîleke bombekirî li nêzîkî heman cihî teqiya.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efxanistanê Sidîq Sidîqî da zanîn, ku hêj hejmara kuştî û birîndaran teqînên Kabulê bi diristî nehatiye zanîn.

Sidîq Sidîqî got, teqînan devera sazî û dezgehên dewletî û ofîsên parlamenteran kirine armanc.

Televizyona Tilou a Efxanistanê jî di nûçeya xwe de diyar kir, ku teqînan karwanên berpirsên wî welatî kirine armanc, ku ji ofîsên parlamentoyê derketibûn.

Ji aliyekê din ve, rêxistina Taliban a Efxanistanê berpirsatiya teqînên îro yên li Kabulê li xwe girt.

Berdevkê Talibanê Zebîhullah Mucahid ragihand, ku wê rêxistinê ew êriş pêk anîne.

Rudaw
Top