‘ENKS bo destpê kirina gotûbêjên li gel PYDê mercê azad kirina girtiyan danî’
Berpirsê rêxistina xwandevanên PDK-Sê, ku partiyeke ji ENKSÊ Ehmed Heme Emîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’heta naha 35 rêveber û kesayetên siyasî (PDK-S) û ENKSê ji aliyê PYDê ve hatine girtin. Ji ber vê jî wek helwêsteke siyasî li dijî wan nêzîkatiyên PYDê, heta girtî neyên azad kirin û PYD neyê ser xeta niştimanî em nikarin gotûbêj li gel wan pêkbînin.’’
Berpirsê PDK-Sê diyar kir: ‘’Me di çapemeniya wan de bihîstiye ku xwedê girawî PYD dixwaze deriyê gotûbêjan veke, lê nabe di vê rewşa naha ya Kurdistana rojava de, ti gotinek li ser gotûbêjan bê kirin, ji ber heta ew rewşa siyasî asayî neyê kirin ew yek pêknayê. Herwaha got: ‘’Em red dikin ku cîhê me hatibe diyar kirin bo gotûbêjan, lê em yek tiştî dibêjin, dema gotûbêjan em dikin divê projeyeke niştimanî hebe, ne pêşwext bi fermana rejîma Beşar Esad ve bêne gotûbêjan.’’
Basnews
