Hevpeymaniya Rûsya û Tirkiyê li dijî kurdên Rojava bihêz dibe
Nîşaneyên herî nû yê bihêzbûna hevpeymaniya Rûsya û Tirkiyê ew in, ku firokeyên Rûsyayê bi armanca alîkariya Artêşa Tirkiyê, li bakûrê Sûriyê, pêgehên DAIŞê yên li navçeya Babê bombebaran dikin. Ev yek jî piştgiriya Rûsyayê ya ji bo operasyona Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê re ye.
Hinek berpirsên îstîxbarata Amerîkayê eşkere kirine, ku firokeyên Rûsyayê di dawiya meha derbasbûyî de dest bi alîkariya Artêşa Tirkiyê kirine û heto roja Îna derbasbûyî jî li bakûrê Sûriyê bombebarana çeperên DAIŞê kirine.
Ev hemahengiya Tirkiye û Rûsyayê piştî wê yekê tê, ku di Kanûna 2016ê de Enqere û Moskowê projeya agirbesta li Sûriyê amade kir û di Civata Ewlekariya Nevdewletî de jî li ser vê projeyê dengdan hate kirin. Heta niha jî zêdetirî 80 grûbên çekdar ên li Sûriyê pabendê vê agirbestê ne.
Pispor di wê baweriyê de ne, ku Moskow û Enqere derbarê pêşeroja Sûriyê de gihiştine rêkeftinekê. Rêkeftin jî ew e, ku Rûsya ji bo li bakûrê Sûriyê ragihandina “navçeyeke aram” dê piştgiriyê bide Tirkiyê, herwiha dê pêşiya hêzên kurdî bigrin da ku li navçeyeke otonom ava nekin. Li hember vê yekê jî dê Tirkiye dest ji daxwaza xwe ya li hember Beşar Esed berde, ku Tirkiye dixwest Esed li ser desthiladariyê nemîne.
Balyozê berî yê Amerîkayê li Tirkiyê û Iraqê James Jeffrey dibêje; “Rûsya hebûna Tirkiyê ya li bakûrê Sûriyê ji xwe re weke pirsgirêk nabîne lê bi mercekê, divê rejîma Esed rastê ti metrisiyekê nebe.”
Bihêzbûna pêwendiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê di demekê de ye, ku pêwendiyên Enqere û Waşîngtonê li ser hevkarîkirina YPGê aloz bûne. Amerîka alîkariyê dide YPGê û Tirkiye jî li dijî vê yekê ye.
Herwiha, Enqere dibêje, di operasyona Mertala Feratê de Amerîka û hêzên hevpeymanan alîkarî nadin Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê. Ji ber vê yekê jî Tirkiye karta bikaranîna firokexaneya Încîrlîkê bikar tîne.
Rudaw
