Merasîma bi xak spartina termê Refsencanî destpê kir
Li gor nûçeya çapemeniya fermî ya Îranê îro berî destpêkirina merasîmê Elî Xamineyî û hin berpirsên din ên paye bilind ên siyasî û leşkerî li ser termê Refsancanî nimêj kirine û xatirê xwe jê xwestine. Herwaha bi girseyeke zêde ya nûnerên parlamentoyê û pêşnimêjên hemû bajarên Îranê û hemû parêzger û nûner û balyozên welatên derve ve merasîm destpê kir û li ser daxwaza hikûmetê û piştî razîbûna malbat û kesûkarên wî, termê Refsencanî li tenişt Îmam Xumeynî dê bê veşartin.
Basnews
