• Sunday, 22 February 2026
logo

Merasîma bi xak spartina termê Refsencanî destpê kir

Gulan Media January 10, 2017 Nûçe
Merasîma bi xak spartina termê Refsencanî destpê kir
-Îro serê sibê 10.01.2017ê bi amadebûna berpirsên paye bilind ên siyasî û leşkerî yên Îranê ve û nûner û balyozên welatan li zankoya Tehranê di merasîm û piştre jî ji bo veşartina termê Elî Ekber Haşimî Refsencanî de cîh bigrin beşdarî merasîmê bûn.

Li gor nûçeya çapemeniya fermî ya Îranê îro berî destpêkirina merasîmê Elî Xamineyî û hin berpirsên din ên paye bilind ên siyasî û leşkerî li ser termê Refsancanî nimêj kirine û xatirê xwe jê xwestine. Herwaha bi girseyeke zêde ya nûnerên parlamentoyê û pêşnimêjên hemû bajarên Îranê û hemû parêzger û nûner û balyozên welatên derve ve merasîm destpê kir û li ser daxwaza hikûmetê û piştî razîbûna malbat û kesûkarên wî, termê Refsencanî li tenişt Îmam Xumeynî dê bê veşartin.

Basnews
Top