Wezîra Berevaniya Holandayê li Kurdistanê ye
Şevêdin 9ê Çileya 2017ê, Wezîra Berevaniya Holanda û Wezîrê Geşepêdana Holandayê piştî serdana Bexdayê, gihîştin Hewlêrê.
Biryar e, her du wezîrên holandî li Kurdistanê, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin.
Ev cara duyemîn e ku Wezîra Berevniya Holanda Jeanine Hennis Plasschaert serdana Kurdistanê dike.
Wezîra Bergiriya Holanda pêştir tevî Cîgirê Serokwezîrê Holanda Lodewijk Asscher di 14ê Gulana sala 2015ê de serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re hevdîtin pêk anîbûn.
Jeanine Hennis Plasschaert şeva yekşemî 8ê Çileya 2017ê, bi serdaneke fermî gihîştibû paytexta Iraqê bajarê Bexdayê.
Di sala 2015ê de, Cîgirê Serokwezîrê Holanda Lodewijk Asscher û Wezîra Bergiriya Holanda Jeanine Hennis Plasschaert serdana Iraqê kiribûn û li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Bergirî yê Iraqê Xalid El-Obêydî hevdîtin saz kiribûn.
Rudaw
