• Sunday, 22 February 2026
logo

Trump zavayê xwe kir şêwirmendê xwe

Gulan Media January 10, 2017 Nûçe
Trump zavayê xwe kir şêwirmendê xwe
Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump biryareke ku herkes pê şaş bimîne da û zavayê xwe Jared Kushner li Qesra Spî wekî serşêwirmendê xwe tayin kir. Kushner hevserê Ivanka Trump e.

Donald Trumpê ku wê di 20ê Rebendanê de wezîfeya Serokatiya Amerîkayê ji Barak Obama wergire qadroyê xwe ku welat birêve bibe hêdî hêdî hemû eşkere kirin. Trump herî dawî pozîsyona herî girîng ku dihat peşbînîkirin keça xwe Ivanka tayin bike, lê hevserê wê Kushner wekî serşêwirmend tayin kir.

Kushner wê serşêwirmendiya bazirganî û Rojhilata Navîn a Qesra Spî bike û ji bo vê wezîfê wê meaş wernegire. Trump jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku zavayê min Kushner ku di kampanyaya hilbijartinê û serdema derbasbûnê de şewirmendiyeke baş kir û bi ewle ye, cihgirtina wî li cihekî girîng pir hêja û cihê rûmetê ye. Bawerim wê bi hemû ekîbê re di nava ahengiyê de bixebite."

Basnews
Top