• Sunday, 22 February 2026
logo

Leşkerên hatîn revandin canê xwe ji dest dan

Gulan Media January 10, 2017 Nûçe
Leşkerên hatîn revandin canê xwe ji dest dan
2 leşkerên Tirkiyê yên di 29ê Mijdarê de li Sûriyê bi birîndarî ketin di destê DAIŞê de jiyana xwe ji dest dane.

Di çarçoveya Operasyona Mertala Firatê de 2 leşkerên Tirkiyê li Sûriyê di di 29ê Mijdarê de birîndarî ketibûn di destê rêxistina DAIŞê de.

Hat zanîn ku her du leşkerên tirk ên jiyana xwe ji dest dane Mihemed Duran Keskin û Kivanç Kaşikçî ne.

Cenazeyê Kivanç Kaşikçî bo memleketî wî Çanakkale û yê Mihemed Duran Keskin jî bo memeleketî Edeneyê hat veguehstin.

Operasyona Mertala Firatê ku bi beşdariya artêşa Tirkiyê û hêzên Artêşa Sûriya Azad li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zêdetirî 3 mehane hatiye destpêkitin.

Rudaw
Top