• Monday, 23 February 2026
logo

Peyama hevxemiya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Şêx Mihemed Şêx Silêman Şakelî

Gulan Media January 10, 2017 Nûçe
Peyama hevxemiya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Şêx Mihemed Şêx Silêman Şakelî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Kak Ferhad Şakelî û Emced Şakelî

Nûçeya koça dawî ya bavê yê birêz, kesayetiyê navdarê olî û civakî ya Kurdistanê, Şêx Mihemed Şêx Silêman Şakelî, ez xemgîn kirim.

Şêx Mihemed wekî dostekî me û dilsozekî rêbaza Kurdayetî û mirovekî xwedî helwest û xweşdiviyê nav xelkê, herdem cihê rêz û hûrmetê bûye û ji destdana wî ziyaneke mezine.

Li vê helkefta xemgîn da ji dil ve serxweşiyê li we yên birêz û malbata we ya birêz û kesukar û xizmên we dikim û hevbeşê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê pakê Şêx Mihemed bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
09.01.2017

Top