• Monday, 23 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê ji bendava Mûsilê 132 mêga wat elektrîk dikşîne Şingalê

Gulan Media January 9, 2017 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê ji bendava Mûsilê 132 mêga wat elektrîk dikşîne Şingalê
Saziyeke biyanî bo dabînkirina elektrîka Şingalê 4 milyon dolar dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Rêveberê nahiya Sinûnê ya Şingalê, Nayîf Seydo ji BasNewsê re got, hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze li ser bendava Mûsilê pirojeyeke 132 mêga watî bo dabînkirina elektrîka Şingalê bicîh bîne.

Nayîf Seydo her wiha got, saziyeke navdewletî jî 4 milyon dolar bo wê pirojê daye hikûmetê.

Rêveberê nahiya Sinûnê da zanîn ku dê li Şingalê jî santraleke 50 mêga watî bê danîn û got, ev piroje jî dê ji aliyê sektora taybet ve were bicîhanîn û wek pirojeya piştevan bo elektrîka Şingalê be.

Basnews
Top