• Sunday, 22 February 2026
logo

Qaymeqamê Şingalê: Bînalî Yildirim dê şîrketên tirkî bo avakirina Şingalê teşfîq bike

Gulan Media January 9, 2017 Nûçe
Qaymeqamê Şingalê: Bînalî Yildirim dê şîrketên tirkî bo avakirina Şingalê teşfîq bike
Qaymeqamê qeza Şingalê diyar kir, hatina serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bo herêma Kurdistanê piştevaniyeke mezine û herwaha çûna wî ya Bexdayê jî pêngava yekê ye bo avakirina Şingalê.

Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re diyar kir, şîrketên Tirkiyê piştî hatina serokwezîrê Tirkiyê dê xwe beşdarî ava kirina Şingal û deverê bikin. Ji ber li gor rêkeftina di navbera Iraq û Tirkiyê dê metirsiya li ser jiyana hemwelatiyên Şingalê neyê hiştin û ev jî dê bibe sedem ku hemwelatî bikarin vegerin ser malên xwe, lê bi taybet jî eger Bexda alîkariya PKKê neke ev yek dê pêkbê. Ev jî daxwaza Şingaliya ne, ku hêzên dervey zagonê li herêmê nemînin û vala bikin. Bi rastî jî hatina serokwezîrê Tirkiyê Şingalî geşbîn kirin. emê li benda encamên vê serdanê bin.

Herwaha got em dixwazin Şingal nebe qada milmilaneya siyasî yên dewletên cîhanî. Hikûmeta herêma Kurdistanê pêngavên baş avêtine bo avakirina Şingalê û xweşkirina jiyana Şingaliyan. Em li bendê ne Şingal bibe parêzgeheke ser bi herêma Kurdistanê.

Basnews
Top