Ebadî: Nabe PKKê li Şingalê bimîne
Piştî kombûna şanda bilinda Tirkîyê bi serokayetîya Bînalî Yildirim serok wezîrên Tirkîyê, digel Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê, herdu alîyan prês konfiransek sazkir û têda Ebadî amaje kir ku wan daxwaz ji PKKê nekirîye bê dinava axa Îraqê da û pêştir Hewlêr û Bexda rêkevtibûn ku tenê pêşmerge û hêzên Îraqî kontrola deverê biken û rêkevtina dawîyê jî ew ku nabe çi hêz ji derveyî pêşmerge û hêzên Îraqî, li Şingalê hebin.
Ji alîyê xwe ve Yildirim got: PKKê rêxistineka terorê ye û wan bi fermî daxwazkirîye ku PKKê ji Şingalê bê derxistin û divê derbarê jî da, hikûmeta Îraqê peyman bi wan daye ku PKKê bê derxistin.
War.tv
