• Sunday, 22 February 2026
logo

Ebadî: Nabe PKKê li Şingalê bimîne

Gulan Media January 8, 2017 Nûçe
Ebadî: Nabe PKKê li Şingalê bimîne
Serok wezîrên Îraqê ragehand; ew digel serok wezîrên Tirkîyê rêkevtin ku PKKê ji Şingalê derkeve û nabe jibilî pêşmerge û hêzên Îraqî, çi hêzeka din li Şingalê bimîne.

Piştî kombûna şanda bilinda Tirkîyê bi serokayetîya Bînalî Yildirim serok wezîrên Tirkîyê, digel Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê, herdu alîyan prês konfiransek sazkir û têda Ebadî amaje kir ku wan daxwaz ji PKKê nekirîye bê dinava axa Îraqê da û pêştir Hewlêr û Bexda rêkevtibûn ku tenê pêşmerge û hêzên Îraqî kontrola deverê biken û rêkevtina dawîyê jî ew ku nabe çi hêz ji derveyî pêşmerge û hêzên Îraqî, li Şingalê hebin.

Ji alîyê xwe ve Yildirim got: PKKê rêxistineka terorê ye û wan bi fermî daxwazkirîye ku PKKê ji Şingalê bê derxistin û divê derbarê jî da, hikûmeta Îraqê peyman bi wan daye ku PKKê bê derxistin.

War.tv
Top