Senetorek Amerîka: Em li gel Hewlêrê kar li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê dikin
Senatorê Amerîkayê Marco Robio ji K24ê re ragehand, ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê aliyeke bihêz ê şerê dijî rêxistina tund a DAIŞê ye û pêwîste her du aliyên Amerîkay û Herêma Kurdistanê li ser pirsa şerê dijî DAIŞê kar bikin.
Marco Robio herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge wek hevpeymaneke herî bihêz ê Amerîkayê pênase kir û ragehand, herêma Kurdistanê beşek giringe di paşeroja rojhilata navîn de.
Herwaha wî senatorê Amerîkî ragehand, ku daxwaza serxwebûna Kurdistana başûr tê digehe û got: ‘’Em li ser pirsê li gel yek kar li ser dikin.’’
Basnews
