• Sunday, 22 February 2026
logo

Pêşmerge hêzên bergirîya kîmyayî pêkanîn

Gulan Media January 8, 2017 Nûçe
Pêşmerge hêzên bergirîya kîmyayî pêkanîn
Wezareta pêşmerge bo yekem car yekeyeka taybet bo bergirîya çekê kîmyayî pêkîna, berpirsekê pêşmerge jî dibêje niha ew hêz li Almanya û herêmê li jêr meşq û rahênanane.

Fermandeyê sirya bergirîya çekê kîmyawî li wezareta pêşmerge Îslam Çalî bo malperê fermî yê partî got: yekeya bergirîya çekê kîmyawî jinû li wezareta pêşmerge hatîye pêkînan û pêşmergeyên di nava wê yekeyê da jî niha li jêr meşq û rahênanên xweparastinê ne ji çekê kîmyawî ku berî niha terorîstên Daişê li dijî pêşmerge bi karînaye.

Hewresa da zanîn ku niha hejmareka efser û pêşmerge li Almanya û hindek jî ji alîyê wezareta bergirîya Îraqê ve meşq pê tên kirin.

War.tv
Top