• Monday, 23 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê sîstema mûçe diguhere

Gulan Media January 8, 2017 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê sîstema mûçe diguhere
Berpirsekî hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hikûmet dê îsal sîstema mûçeyê karmendan biguhere ji ber ku deynên şîrketên petrolê “sivik bûye”.

Serokê dezgeha Zanyarî û Lêkolînên Stratejîk ya Kurdistanê, Aras Xoşnav ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ev demek e hikûmet mehan 185 milyon dolar deynê şîrketên biyanî yên petrolê dide ji ber wê jî deynên wan sivik bûye.


Aras Xoşnav her wiha gotiye, ji ber wê jî îsal dê yekemîn karê hikûmetê guhertina sîstema mûçeyê karmendan be û Serokwezîr Nêçrvan Barzanî jî ev yek aniye ziman.


Wî rayedarê hikûmetê daye zanîn ku hikûmet dê bi du rêyan sîstema mûçe biguhere: yek guhertina sîstema kêmkirinê ya din jî reform di sîstema îdarî de.


Ji ber kirîza darayî, hinek karmendên hikûmetê nîvêmûçe û hinek jî ji sê pişkan pişkek ji mûçeyê xwe distînin.

Basnews
Top