• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKS: Eger PYD dest ji siyaseta xwe ya xelet berde em dikarin pê re rûnên

Gulan Media January 8, 2017 Nûçe
ENKS: Eger PYD dest ji siyaseta xwe ya xelet berde em dikarin pê re rûnên
Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, hîna ENKSê bi fermî ew projedestûra ku hatiye amadekirin, pesend nekiriye û heger PYD dest ji siyasetên xwe yên çewt berde, ew dikarin bi hev re projedestûreke hevbeş amade bikin.

Endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê û endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Silêman Oso ji K24ê re ragihand, “Me di hundir Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê de di pêwendiyên xwe yên dîplomasî bi welatan re me nêrînên xwe ji wan re diyar kiriye, lê em her tim rastî pirseke wan dihatin, ew jî ka ENKSê çi ji pêşeroja Sûriyê re amade kiriye. Me jî dît ku pêwîst e projeyeke me di vê derbarê de hebe.”

Oso diyar kir, bi hevkariya Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî û Wezareta Derve ya Almanî re gelek workşop birêve çûn, ev workşop li ser Sûriyeya Federalîzm kar kirin, ku bi serpereştiya pisporên Almanî, Brîtanî û swêsrî bûn, wan jî bi me re erê dikirin ku pêşeroja Sûriyê dê ferderalî be, da ku Sûriyê berve perçebûnê ve neçe.

Osê amaje bi wê yekê kir, tiştê hatiye amadekirin, projedestûreke û ti tiştî fermî nehatiye ragihandin, ev encamên workşopên çêbûne ne. heta ku bibe destûreke ENKSê divê ji aliyê ENKSê bête pesendkirin, ev yekî hîna nebûye.

Derbarê hevrêziya bi TEV-DEM û projeya wê ya federalîzma Bakurê Sûriyê de, Oso got: “Me nêrîna xwe derbarê pêşeroja Sûriyê de daye xuyakirin, vêca li TEV-DEM û PYD dimîne ka heta kû derê dikarin hevpariyê bi me re bikin. Heger ew amade bin hevpariyê bi me re bikin û dest ji kiryar û siyasetên xwe yên çewt berdin, wê demê emê karibin bi hev re rûnin û projeyeke hevpar amade bikin.”

Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) projedestûrek bi navê “Pêşniyarek ji bo Birêvebirina Herêmên Kurdî li Sûriyê” belav kir. Di wî projeyê de, ENKS navê Kurdistana Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê dike û weke herêmeke federalîzm ser bi Sûriyê ve dide naskrin. Di madeya sêyemîn ya destûra ENKSê de hatiye, ku cugrafiya herêma Kurdistana Sûriyê yek parçe ye û divê hikûmeta Herêma Kurdistana Sûriyê û hikûmeta Sûriyê dibin serpereştiyeke navdewletî de sînorên Kurdistana Sûriyê deyinin.

Basnews
Top