Nêçîrvan Barzanî û Binalî Yildirim dicivin
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, îro danê sibê gihêşte Hewlêrê û li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji wezîran ve hate pêşwazîkirin.
Serokwezîrê Tirkiyê duh gihêştibû Bexdayê û ligel berpirsên hikûmeta federal ya Iraqê civiya bû û rêkeftineke hevbeş bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îmze kir û li ser vekişandina hêza Tirkiyê ya li Başîkê lihev kirin.
Li gor zanyariyên K24ê, biryar e Yildirim îro serdana heza Tirkiyê ya li Başîkê bike.
Wezîrê Abûriya Tirkiyê Nîhat Zeybekcî, Wezîrê Anerjî û Çavkaniyên Suriştî Berat Albayrak, Wezîrê Kumrik û Barzirganiyê Bulent Tufenkçî, Wezîrê Perwerde Îsmet Yilmaz, Wezîrê Bergîriyê Fikrî Îşik û Wezîrê Tenduristiyê Recep Agdag di şanda Serokwezîrê Tirkiyê de bo Herêma Kurdistanê de ne.
K24
