Îran: Hêvîdar in pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê jî asayî bin
Elî Ekber Welayetî ragihand; “Biryara hikûmeta Tirkiyê ya ji bo hebûna pêwendiyeke dostane ligel Iraqê û herwiha rêzgirtina li hember yekparçebûna axa Iraqê pêngaveke erênî û giring e.”
Welayetî hêvî xwest, ku pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê jî asayî bibin û tekez kir, ku başbûna pêwendiyên welatên herêmê, dikeve xizmeta pêşketina herêmê.
Roja 7ê Çileyê Serokwezîrê Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bi şandeke qelabalix ê wezîran gihişte Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokomar Fûad Husên hevdîtin pêşkanîn.
Yildirim piştî seredana Bexdayê, duh bi şev bi balafireke taybet gihişt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Îro danê sibê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim li Ofîsa Serokwezîrtiyê hatin ba hev û paşî Yildirim ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.
Hêjayê gotinê ye, ku ev cara yekemîn e ku Yildirim weke Serokwezîrê Tirkiyê serdana Herêma Kurdistanê dike.
Rudaw
