• Sunday, 22 February 2026
logo

Îran: Hêvîdar in pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê jî asayî bin

Gulan Media January 8, 2017 Nûçe
Îran: Hêvîdar in pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê jî asayî bin
Şêweirmendê Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Hameneyî, Elî Ekber Welayetî bi erênî pêşwazî li asayîbûna pêwendiyên Tirkiye û Iraqê kir û serdana Serokwezîrê Tirkiyê ya ji bo Iraqê giring nirxand.

Elî Ekber Welayetî ragihand; “Biryara hikûmeta Tirkiyê ya ji bo hebûna pêwendiyeke dostane ligel Iraqê û herwiha rêzgirtina li hember yekparçebûna axa Iraqê pêngaveke erênî û giring e.”

Welayetî hêvî xwest, ku pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê jî asayî bibin û tekez kir, ku başbûna pêwendiyên welatên herêmê, dikeve xizmeta pêşketina herêmê.

Roja 7ê Çileyê Serokwezîrê Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bi şandeke qelabalix ê wezîran gihişte Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokomar Fûad Husên hevdîtin pêşkanîn.

Yildirim piştî seredana Bexdayê, duh bi şev bi balafireke taybet gihişt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Îro danê sibê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim li Ofîsa Serokwezîrtiyê hatin ba hev û paşî Yildirim ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

Hêjayê gotinê ye, ku ev cara yekemîn e ku Yildirim weke Serokwezîrê Tirkiyê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Rudaw
Top