Li Şirnexê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li bajarê Şirnexê li gundewarên Çiyayê Gabarê li dijî PKKê nêzikê 2 hezar leşker operasyonek berfireh bi rê ve dibin. Di çarçoveya operasyonê de Sererkaniya Tirkiyeyê ragihand ku, di encama teqandina mayînekê de 2 leşkerên wan canê xwe ji dest dane 5 leşker jî birîndar bûne.
Dîsa 2 roj berê di encama pevçûnekê ya heman operasyonê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dabûn û 4 leşker din jî birîndar bûbûn.
Roja 14'ê Adara 2016an li navenda Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragehandin û hemberê endamên Yekîneya Parastina Sivîl (YPS) operasyon hat destpêkirin. Qedexe jî roja 14 vê mehê bi awayek sînordar dawî rabû, lê operesyonên hêzên ewlekariyê berdewam in.
K24
