• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîrê Tirkiyê gihişte Hewlêrê

Gulan Media January 7, 2017 Nûçe
Serokwezîrê Tirkiyê gihişte Hewlêrê
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim gihişte Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Îşe demjimêr 0.30ê 08-01-2017) Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ligel şandekê, ji Bexdayê gihişte Hewlêrê.

Binalî Yildirim li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmareke wezîran ve hat pêşwazîkirin.


Hêjayê gotinê ye, ku ev cara yekemîn e ku Yildirim weke serokwezîrê Tirkiyê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Yildirim dê li Hewlêrê jî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevdîtinan bike

Di şanda Tirkiyê de Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, Wezîrê Berevaniyê Fîkrî Işik, Wezîrê Perwerdeya Nîştîmanî Îsmet Yilmaz, Wezîrê çavkaniyên Şirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî û Wezîrê Bazirganî û Gumrigê Bulent Tufekçî cîh digrin.

Rudaw
Top