Peyama hevxemiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Prof. Dr Xalîd Se'îd Tofîq
Nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştîmanperwer û mamostayê zanîngehê, Prof. Dr Xalîd Se'îd Tofîq ez xemgîn kirim. Dr Xalîd ji wan mamosteyên rêzdaran bû ku piştî raperînê nehiştin proseya xwendina bilind li Kurdistanê rawestê û rolekî dilsozane dît û heta dawiya temena xwe jî xizmeta zanist û gel û welatê xwe kir û koça dawî ya wî kelêneke mezine. Hêvîdarim mamosta hevkarî wan xwendekarên li kolêja yasa û zanistên siyasî ya li ser destê Dr Xalîd pêgihîştin berdewamiyê bidin karwana dilsozane û niştîmanperweraneya Dr Xalîd bidin.
Li vê helkefta xemgîn da pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we û hemû mamosta û xwendekarên zanîngeha Selahedîn û hemû zanîngehên Kurdistanê dikim û xwe hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê Dr Xalîd bixe ber dilovaniya xwe û aramî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
07.01.2017
