• Sunday, 22 February 2026
logo

Tevgera Gorran dixwaze dosyaya Sîrwe Ebdulwahîd bê daxistin

Gulan Media January 7, 2017 Nûçe
Tevgera Gorran dixwaze dosyaya Sîrwe Ebdulwahîd bê daxistin
Serokê desteya parêzgerî li kesûkarên şehîdan û Pêşmerge amaje bi vê yekê kir ku, ew li benda desteya mafê mirovin, ku bikevin tevgerê derbarê parlamenterê Gorran de û diyar kir: ‘’Em dest li wê dosyayê bernadin.’’

Serokê desteya parêzgerî li kesûkarên şehîdan û Pêşmerge Mihemed Ekrem ji BasNewsê re ragehand: ‘’Lîsteya îmza û belgeyan li ser gotinên Sîrwe Ebdulwahîd ji dozgerê giştî re hatiye dayîn û em li benda desteya mafê mirovin bo vê pirsê ku em bikevin tevgerê.’’

Herwaha diyar kir, heftiya bê serdana dozgerê giştî dê bikin û ewê hewl bidin vê dosyayê di çarçoveya zagonan de pêşde bibin, herwaha got: ‘’Hewldaneke cidî ji aliyê Tevgera Gorran ve heye, ku vê dosyayê daxe, ji ber ew dixwazin vê dosyayê bikin dosyayek kesî.’’

Basnwes
Top