• Sunday, 22 February 2026
logo

Zeynep Alkiş: Hewlêr ji me re nêzîktirî Bexdayê ye

Gulan Media January 7, 2017 Nûçe
Zeynep Alkiş: Hewlêr ji me re nêzîktirî Bexdayê ye
Endama Encûmena Birêvebir a Partiya Maf û Geşepêdanê (AKP) Zeynep Alkiş, ragihand, ku “Hewlêr di helkeftên xwe ya dijî terorê, ji bo aştiyê û ewlehiya herêmê de cihê rêzê ye.”

Endama Encûmena Birêvebir a APKê Zeynep Alkiş ku beşdarî bernameya “Basî Roj” a K24 bû ragihand, “Hewlêr di helkeftên xwe ya dijî terorê, ji bo aştiyê û ewleyiya herêmê de cihê rêzê ye. Ji bo Enqere, Hewlêr ji Bexdayê nêzîktîr e. Tirkiye û Herêma Kurdistanê xwedî çand û berjewendiyên nêzîk in. Gef û berjewendiyên her du aliyan jî yek in.”

Derbarê seredana Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bo paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, Alkiş diyar kir ku, Serokwezîr Yildirim dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Neçîrvan Barzanî re bicive. Pirsên aborî, enerjî, hevkariya dijî terorê babetên girîng ên civînan be.

Herweha Alkiş amaje bi wê yekê kir jî, dibe ku Tirkiye di şere terorê li hemberî DAIŞ, rêxistina Fethulah Gulen “FETO” û PKK de alîkariyê ji Herêma Kurdistanê bixwaze.

K24
Top