Li bajarê Ezazê yê Sûriyê teqînek qewimî
Îro li bajarê Ezazê yê Sûriyê, ku nêzîkî sînorê Tirkiyê ye, otomobîleke bombekirî li ber dadgeha bajêr teqiya.
Ajansa Anadolu ragihandiye, di wê bûyerê de 60 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Bajarê Ezazê yê Sûriyê di destê çekdarên Ehrar El Şam û Cebhet El Nusrayê de ye. Ew her du rêxistin ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanîkirin.
Basnews
