• Sunday, 22 February 2026
logo

Buroya Ebadî: Yildirim soza vekişîna hêzên Tirkiyê yên li Başîkê da

Gulan Media January 7, 2017 Nûçe
Buroya Ebadî: Yildirim soza vekişîna hêzên Tirkiyê yên li Başîkê da
Buroya serokwezîrê Iraqê ragehand, ku serokwezîrê Tirkiyê soza vekişîna hêzên Tirkiyê yên li sînorê parêzgeha Nînowa daye.

Gotûbêjê buroya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Seidî Hedîsî ji çapemeniyê re ragehand, di civîna Ebadî û Yildirim de gotûbêj li ser hejmarek mijarên giring hatine kirin.

Li gor gotinên Seidî Hedîsî, serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim soz daye ku hêzên artêşa Tirkiyê yên nêzîk bajarokê Başîkê bikşînin.

Gotûbêjê buroya serokwezîrê Iraqê ragehand, ku di civînê de Ebadî û Yildirim gotûbêj derbarê hemahengiya istixbaratî û parastina sînoran kirine, ku rê li hatûçûna gerîllayên PKKê bên girtin, ku ji başûr ve nikaribin derbasî bakûr bibin.

Îro 07.01.2017 serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi şandekê ve geheştie paytexta Iraqê Bexdayê û biryare sibê 08.01.2017ê li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hin berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê bicive.


Basnews
Top