• Sunday, 22 February 2026
logo

Du ciwanên kurd li Bulgarîstanê qerisîn

Gulan Media January 7, 2017 Nûçe
Du ciwanên kurd li Bulgarîstanê qerisîn
Hate gotin ku du ciwanên ji Hewlêrê di rêya Bulgarîstanê de ji ber sermayê qerisîn û jiyana xwe ji dest dane.

Ciwanên bi navê Telet Ebdulhemîdê 36 salî û Herdî Xefûrê 29 salî, li Bûlgarîstanê di rêya koçberiyê de ji sermayê qerisîn.

Birayê Telet Ebdulhemîd, Samed Ebdulhemîd ji Bûlgarîstanê ji Rûdawê re ragihand; “Telet û Herdî roja 14ê Kanûna 2016ê ji Başûrê Kurdistanê derketin û çûne Tirkiyê. Piştî 4 rojan, roja 18ê Kanûnê ji Tirkiyê ve derbasî Bûlgarîstanê bûn. 21ê Kanûnê gihiştine Bûlgarîstanê. Lê di dema rêwîtiyê de 48 demjimêran di nav berfê de bê xwarin û vexwarin mane. Dema gihiştine Bûlgarîstanê Herdî jiyana xwe ji dest daye.”

Li gorî gotina Samed Ebdulhemîd, birayê wî Telet termê hevalê xwe Herdî bi cîh nehiştiye û bi wî re mijûl bûye, lewma Telet jî jiyana xwe ji dest daye. Tetmê herdu ciwanan rakirine nexweşxaneya bajarê Borgasê.

Hevjîna Telet xwîşka Herdî ye û Telet bavê 7 zarokan e û herwiha pêşmerge bûye.

Li gorî gotina birayê Herdî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo veguhestina termê herdu ciwanan karasanî ji bo wan kiriye.

Berpirsê Beşa Penaberan û Rewenda Kurdî li Rêveberiya Koç û Koçberan a Hewlêrê Nezhet Husên ji Rûdawê re ragihand, agahiya derbarê herdu ciwanan de gihiştiye destê wan û niha pêdeçûnê dikin.

Rudaw
Top