Senatorê Amerîkî: Trump vê gelek zêdetir li Obama piştevaniya Kurdan bike
Senatorê komariyan, Ted Cruz di hevpeyvîneke taybet de li gel K24 diayr dike ku vê siyaseta serokê nû yê Amerîkayê, Donald Trump gelek baştir û cudatir be li siyaseta Obama ya hemberî Kurdan.
Ted Cruz dibêje ku:”Ez gelek geşbînim ku rêveberiya nû yê Amerîkayê siyaseteke gelek cudatir hebe û siyasetek , ku rasterast piştevaniya kurd û Pêşmergeyan bike, siyasetekê ku Obama amade nebû bike.”
Ted Cruz yek li namzedên diyar yên serokatiya Amerîkayê bû û xwe wek dostê kurdan dide nasînê û dibêje ku :"wek dizanin ez demeke zêdeye piştevaniya gelê Kurd û pêşmergeyan dikim ku niha şerê DAIŞê dikin. Kurd hevpeymanê biwefa yên Amerîkayêne û Amerîka jî berdewam biwefa dibe li hevpeymaniyê li gel Kurdan de.
Basnews
