• Sunday, 22 February 2026
logo

Senatorê Amerîkî: Trump vê gelek zêdetir li Obama piştevaniya Kurdan bike

Gulan Media January 7, 2017 Nûçe
Senatorê Amerîkî: Trump vê gelek zêdetir li Obama piştevaniya Kurdan bike
Senatorekî Amerîkayê dibêje ku:”Îdareya nû ya Amerîkayê vê gele hevkarî û piştevaniya gelê kurd û Pêşmergeyan bike.”

Senatorê komariyan, Ted Cruz di hevpeyvîneke taybet de li gel K24 diayr dike ku vê siyaseta serokê nû yê Amerîkayê, Donald Trump gelek baştir û cudatir be li siyaseta Obama ya hemberî Kurdan.

Ted Cruz dibêje ku:”Ez gelek geşbînim ku rêveberiya nû yê Amerîkayê siyaseteke gelek cudatir hebe û siyasetek , ku rasterast piştevaniya kurd û Pêşmergeyan bike, siyasetekê ku Obama amade nebû bike.”

Ted Cruz yek li namzedên diyar yên serokatiya Amerîkayê bû û xwe wek dostê kurdan dide nasînê û dibêje ku :"wek dizanin ez demeke zêdeye piştevaniya gelê Kurd û pêşmergeyan dikim ku niha şerê DAIŞê dikin. Kurd hevpeymanê biwefa yên Amerîkayêne û Amerîka jî berdewam biwefa dibe li hevpeymaniyê li gel Kurdan de.

Basnews
Top