• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim gihêşt Iraqê

Gulan Media January 7, 2017 Nûçe
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim gihêşt Iraqê
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim di çarçoveya serdanekê de îro gihêşt Bexdayê û ji aliyê şandeke Wezareta Derve ya Iraqê ve hate pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de Wezîrên Berevanî, Perwerdehî, Enerjî, Aborî û Gûmrikê bi Bînalî Yildirîmî re ne, biryar e jî piştre jî serdana Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bike.

Serokwezîrê Tirkiyeyê dê li Bexdayê digel Serokomarê Iraqê Fûad Masûm, Serokê Parlementoyê Selîm Cibûrî û hin ji berpirsên siyasî û olî û nûnerên Tirkmenan bicive. Ti amaje nehate kirin ku ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicive.

Piştre jî serdana Herêma Kurdistanê Hewlêrê bike.

Dê li Hewlêrê jî digel Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re hevdîtinan pêk bîne.

Aloziya pêwendiyên di navbera Enqere û Bexdayê û asayîkirina pêwendiyan, çend pirsên din wek petrol û gaz, şerê li dijî DAIŞê û hebûna PKKê li Şingalê pirsên sereke yên civînên Yildirim û berpirsên Iraqî ne.

Serdana Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yidirim bo Iraqê, piştî pêwendiyeke telefonî di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serowezîrê Iraqê Heyder Ebadê de hat, hat ragihandin jî ku herdu aliyan li ser asayîkirina pêwendiyan lihev kirine û Erdogan piştevaniya xwe ji Iraqê û şerê li dijî DAIŞê û yekperçeyiya xaka Iraqê û serweriya wê ragihandiye.

K24
Top