• Monday, 23 February 2026
logo

Hikûmeta Sûriyayê mûçeya 4 hezar karmendên Rojavayê qut kir

Gulan Media January 7, 2017 Nûçe
Hikûmeta Sûriyayê mûçeya 4 hezar karmendên Rojavayê qut kir
Hikûmeta Sûriyê têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê biryarek nû derxist. Li gorî wê biryarê, Hikûmeta Sûriyê mûçeyên 4000 karmendê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê qut kir.
Çavkaniyekê ji herêmê aşkere kir ku Hikûmeta Sûriyê di helwesteke nû ya li hember Rojavayê Kurdistanê de, biryara qutkirina mûçeyên bi hezaran kesî daye.
Li gorî jêderên ji Rêveberiya Perwerdeyê li Parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, Hikûmeta Sûriyê di biryara xwe ya nû de, mûçeyê 4000 karmendên li parêzgeha Hesekê birriye.
Hat zanîn, ku Rêveberiya Şamê bi hinceta ku ew kes tevli milîsên Feyleqa 5 a ser bi Artêşa Sûriyê nebûne, mûçeyên wan hatine qutkirin.
Çavkaniyekê taybet diyar kir ku Sûriyê bo dubare xerckirina mûçeyên wan kesan merc daniye û ji bo ku karmend bikaribin mûçeyên xwe werbigire, divê belgeyeke diyarkirina rewşa xwe ji îdareya leşkeriyê (tecnîdê) werbigire û divê ew kes ji aliyê Feyleqa 5 ve nehatibe daxwazkirin.
Heman çavkaniyê eşkere kir ku navê 200 karmendên Desteya Perwerdeya Hesekê di nava lîsta kesên daxwazkirî ya Feyleqa 5 de hatiye.
Top