• Monday, 23 February 2026
logo

Kalin: Qebûl nakin PKKê ji Iraqê ve êrîşê me bike

Gulan Media January 6, 2017 Nûçe
Kalin: Qebûl nakin PKKê ji Iraqê ve êrîşê me bike
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin dibêje ew bi ti awayî qebûl nakin PKKê ji axa Iraqê ve êrîşê Tirkiyê bike. Kalin raghand jî nabe PYD beşdarî civîna Astanayê bibe.

Kalin îro beşdarê televîzyoneke Tirkî bû derbarê serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim a ji bo Iraqê axivî. Îbrahîm Kalin bal kişand li ser pêwendiyên Iraq û Tirkiyê û hebûna PKKê ya li Şengalê.

Kalin ragihand, divê rayedarên Bexda û Hewlêrê li hemberî PKKê bergiriyên tekez û encamgir werbigirin. Ew qebûl nakin PKK ji axa Iraqê êrîşê Tirkiyê bike. Kalin got jî, ew bi ti awayî rê nadin Şengal bibe Qendîla duyemîn.

Kalin aşkere kir, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dê rojên 7 û 8 vê mehê serdana Bexda û Hewlêrê bike û mijarên pêwendiyên di navbera herdu welatan, rewşa hebûna leşkerên Tirkiyê li Başîkê û şerê li dijî terorê bi rayederên Bexda û Hewlêrê re gotûbêj bike

PYD di civîna Astanayê de beşdar nabe

Derbarê rewşa Sûriyê de û civîna aştiyê ya ku biryar e di 23 vê mehê de li Astana paytexta Kazixistanê birêve here de Kalin got, Enqere merca beşdariya nûnerên opozîsyona rastî di civîna Astanyê de daneye, di heman demê de jî nebe PYD beşdarî civînan bibe.

Kalin amaje bi wê yekê kir jî, Rûsya bi Tirkiyê re li ser wê xalê erê kiriye.

k24
Top