AhmedTurk: Gazincên min ji tenduristiyê wêdetir ji hiqûqê ye
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmed Turk ku ku ev demek e di hepsa Silivrî de ye, bi riya parêzerên xwe nameyek ji raiya giştî re şand. Turk ji bo gotin û nûçeyên derheqê rewşa tenduristiya xwe de got: Belê gazincên min hene, lê ji rewşa tenduristiyê wêdetir ji bo rewşa hiqûqê gazincên min hene”
Ahmed Turk di nameya xwe ku ji Girtîgeha Silivriyê bi parêzera xwe Oya Oznur ve şandiye de wiha dibêje:
“Pîvandina pîlê dilê min hat kirin. Tehlîlên mîz û xwînê hatin girtin. Lêbelê encamên wan tehlîlan nedane min. Gotin wê raporek amade bikin. Bêjîşkê çav ez mûayene kirim. Wî bêjîşkê ji min re got 'ji ber kataraktê divê ji sedî sed emeliyat bibim'. Di xwendinê de zehmetiyê dikişînim. Av li her du çavên min kom dibe. Ji van bêhtir, ji bêhiqûqiya li me tê kirin aciz im.
“Bi rengekî neheq em girtine. Wekî din, îşkenceyê dikin. Tecrîd îşkence ye. Ji ber rewşa min a tenduristiyê em du kes bi hev re dimînin. Lêbelê hevalên din bi tena serê xwe ne, tecrîdkirî ne. Ya ku tê kirin ne tenê bi referandûmê re eleqedar e. Bi bêdengkirina şoreşger, demokrat, Kurdan û mûxalîfan ve rê li ber dîktatoriyê vedikin. Gelê Tirkiyeyê wê rojekê hesabê vê zilmê bipirse. Şert e ku li dijî faşîzmê eniyeke demokratîk bê avakirin. Divê em hevgirtineke xurtir ava bikin."
