Peyama hevxemiya Serok Barzanî ji bo malbata Enwer Metî Hedaye
Bi mixabinî nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdarê Qerequş û Deşta Nînowa û Serokê Tevgera Tecemu'î Suryanî û Nûnerê Kirîstiyanan li Encûmena Parêzgeha Nînowa, Enwer Metî Hedaye gihîşt me ku bi nexweşiyekî kuşinde koça dawî kir. Bi helkefta xemgîn da xwe bi hevbeşê xema we dizanîn û pirse û serxweşiyê pêşkêşî hemû xuşk û birayên Kirîstiyan û malbata we ya têkoşer dikîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn Kak Enwer bixe ber dilovaniya xwe û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
05.01.2017
